Emerîka yekemîn karwanên xwe yên leşkerî di sala nû de şand Sûriyê
Jan 08 2024
Di çarçoveya bihêzbûna hebûna xwe ya leşkerî li Sûriyê ,Emerîka yekemîn karwana xwe ya leşkerî di sala nû de şand rojavayê kurdistanê
Jêderek xwecihî ragihand ku di herdu rojên bûrî de Emerîka karwaneke xwe ya leşkerî ji Iraqê rê kir bingehên xwe li herdu bajarên Hesekê û Dêra zorê.
Jêderê serbar kir ku ew karwana leşkerî ji 15 barhilgirên barkirî bi alavên leşkerî û pêdawîstiyên pizîşkî pêk dihat di rêya dergehê Elwelîd yê hevsînorî bi Herêma kurdIstanê re derbasî rojavayê kurdIstanî bû, û li bingehên Emerîkî li Dêra zorê û Hesekê bi cih bûn .
249
