Xêrxwaziya Barzanî Du xulan li Basûtê bi dawî dike

Xêrxwaziya Barzanî Du xulan li Basûtê bi dawî dike

Nov 05 2023

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di vekirina kursan û lidarxistina çalakiyên hunerî û çandî de bo xelkê li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê berdewam e.

Rûpela dezgehê li Efrînê îro 5ê Mijdara 2023yan, li ser rûpela xwe di tora civakî “Facebook” de ragihand, ku wê 2 xulên şêwekarî û karên destî bo hejmarek jin û keç li navenda koma Raperîn li Basûtê bi dawî kirine.

Navendê amaje bi wê yekê kir ku ev xul di çarçoveya piroseya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bo piştevaniya civaka sivîl li Efrînê tên û tekez kir ku piroseyên dezgehê dê hemû deverên Efrînê li xwe bigrin.

Piştî erdheja Sibata borî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî derbasî Efrînê bû û alîkarî pêşkêşî xelkê kirin, di 24ê Hezêrana borî jî Navenda Barzanî ya Geşepêdan û Rewşenbîriyê li Efrînê vekir.

132