
Mihemed Ismaîl: Hilbijartinên PYDê ne rewa ne û ENKSê beşdarî wan nabe
Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ”ENKS” duh, Şemiyê 25.05.2024, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê civîna xwe ya asayî li dar xist.
Derbarê naveroka civînê de, Endamê desteya serokatiya ENKSê û Sekretêrê Partiya Demokrata Kurdistanî - Sûriya Mihemed Ismaîl got: “Serdana Serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê bo Herêma Kurdistanê û civîna bi Serok Barzanî re hat behskirin”.
Ismaîl her weha da zanîn: “Emîndariya giştî ya ENKSê pêşhatên siyasî yên navçeyê bi giştî û pêwendiyên Encûmenê li gel aliyên navdewletî gotûbêj kir”.
Endameê Desteya Serokatiya ENKSê serbar kir: “Beşdaran karê ENKSê di çarçoveya Hevpeymaniya Niştîmanî ya Sûrî û Desteya Danûstandkar a Sûrî de nirxandin, nêrîn û pêşniyarên derbarê karê Encûmenê de li ser asta herêmî û navdewletî pêşkêş kirin”.
Mihemed Ismaîl amaje bi wê yekê kir ku Emîndariya Giştî ya ENKSê hejmarek mijarên girêdayî asta rêxistinî gotûbêj kirin û biryar da ku nûneratiya xwe li welatên Skandînavî ava bike.
Ismaîl tekez kir ku Emîndariya Giştî ya ENKSê li ser rewşa meydanî li Rojavayê Kurdistanê, rewşa girtiyên di girtîgehên rêveberiya PYDê de, bi taybetî rewşa ragihandkarên ENKSê, û tekezî li ser gihandina wê bo aliyên navdewletî kir da ku fişarê li ser PYDê bikin bi armanca serbestberdana wan.
Derbarê hilbijartinên şaredariyan yên rêveberiya PYDê, endamê serokatiya ENKSê diyar kir: “Emîndariya Giştî ya ENKSê tekez kir ku hilbijartinên PYDê ne rewa ne, û Encûmena Niştîmanî ya Kurd tê de beşdar nabe, bi taybeî ji ber ku xizmeta partiyekê bi tenê dike, û encamên wan jî beriya ku werin lidarxistin diyar e”.
190