Navenda Barzanî du xulan li Efrînê bi dawî dike
Navenda Barzanî ya Geşepêdan û Rewşenbîriyê li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê di vekirina kursan û lidarxistina çalakiyên hunerî û çandî de bo xelkê berdewam e.
Navenda Barzanî îro 31ê Cotmeha 2023yan, li ser rûpela xwe di tora civakî “Facebook” de ragihand, ku wê du xulên hunera şêwekarî “Portrê” û bingehên kompyoter bo hejmarek hunermend û ciwanan bidawî kirine.
Navendê diyar kir, ku di du mehan de, di bin çavdêriya Şêwekar Suzdar Hemo de, hejmarek Şêwekarên Efrînê di warê “Portrê” de perwerde dîtin û bi awayekî profesyonal kesayetîne Efrînê xêz kirin.
Serbar kir, "Rahêner Perwîn Dodix, xuleke zanyarîn bingehîn ya kompyoterê ji hejmarek ciwanên Efrînê re qedand."
Piştî erdheja Sibata borî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî derbasî Efrînê bû û alîkarî pêşkêşî xelkê kirin, di 24ê Hezêrana borî jî Navenda Barzanî ya Geşepêdan û Rewşenbîriyê li Efrînê vekir.
222
