"Eger tu biçûk bî bi mezinan re nelîze" .. Gotara herî dawiyê ya Xebatkar Ekrem Mile

Dec 18 2019

ARK NEWS .. "Eger tu biçûkî bî bi mezinan re nelîze" ev gotara herî dawiyê ya xebatkar û siyasetmedar Ekrem Mile bû, ku di 15ê Berçileya 2019an, li malpera ARKê bi zimanê erebî de hate belavkirin.

Xebatkar Ekrem Mile gotara herî dawiyê li ser Erdoxan û hevpeymaniya Nato nivîsandiye û wiha dest pê kiriye: Turkiyê bilez û bez dest ji mercên ku ji aliyê Erdoxan ve hatibû ragihandin, derbarê nepejrandina Turkiyê bi hevkariya Hevpeymaniya Etlesî di belavkirina çekan li Polenda û welatên Beltîq de, kişand, da ku welatên Nato dapêdanê bi wê yekê bikin ku QSDê yan ji gotina QSDê rastir YPGê, wek rêxistineke terorî ye, da ku di rêya vê buhaneyê re şerê Kurdan bike. Ku emîndarê Natoyê ragihand ku Turkiyê dest ji mercê xwe derbarê hevpeymaniyê de, di civîna Lendenê de kişand, û serbar kir ku, mijar, xistina YPGê wek rêxistineke terorî li gor nerîna Turkiyê li xwe negirt.

Siyasetmedar Mile di dawîn gotara xwe de ameje kiriye ku, wek diyar û xuya ye ku vegera Erdoxan ji mercê xwe ji derencama fişar û guvajê ji aliyê mezinên hevpeymaniya Nato de hat, ku Erdoxan bi bêparkirina ji hin pesendayîtî ango imtiyazat wekû endamê Nato de, tirsandin û gef danê, ku eger heye bigihîne asta derxistina Turkiyê ji Nato de, Erdoxan ragihand ku Turkiyê li ser pilana Nato derbarê Beltîq û Polenda, pejirand lê diyar e, mezinên xwedî biryar guhbadanek ji biçûkê mûtemerid re, çê kirin, ew jî piştî xwe li cem mezinan stûxwar kir ku dest ji Turkiyê bernedin.

Rojnamevan wiha berdewam kiriye, ku ragihandina Turkiyê ji vegera ji mercan û bê diyarkirina sedeman, wateye wê yekê ye ku kesên biçûk nabe bi mezinan re bilîzin, ku daxuyaniyên Erdoxanî yên êdî naskirî ne, û tenê li pêş deriyê xwe bi dengê bilind bang dike, piştre eger hoşdariyek û gefekê ji xwedî biryar di cîhanê dewerdigire, bi lez dengê xwe kêm dibe û ji binî ve namîne, dibe ku Turkiyê xwe li serê welatekî wek Sûriyê bibîne û bike mêr, lê di rûbirûbûna zilhêzan nikare û jê dûr e, ku abûriya bihêz ya ku Erdoxan xwe pê şanaziyê dike, bi tiwîtekê ji serokê Emerîkayê, tê hilweşandin.

Ekerm Mile bal kişandiye ser ku , têkiliyên Turkiyê bi Nato re, gihiştin asteke bilind ji peytîbûnê, bi taybet piştî daxuyaniyên navbera serokên Nato û Erdoxanê biçûk de, ku Serokê Firansayê Makron daxuyanî li ser têkiliya Turkiyê bi DAIŞê re heye da, û dabînkirina cihê ewleh û asankirina çûn û hatina wan di rêya Turkiyê bo Sûriyê re.

Herwiha çûna Turkiyê berev Hurça Rûsî ku dujminê neresen yê Nato ye, û kirîna mûşekên S400 hişt ku xwedî biryarên mezin di Nato de, serî hildin, û zêdetir ji carekê Erdoxan hoşdar kirin ji ber ku nerînên wî li dijî belgeyên hevaltiyê û hevkariyê di Nato de ne, û jê xwestin ku ji serserîtî û pozbilindî û gêjîtiyê dûr bikeve, Sultanê biçûk ji bîr kiriye ku di mêvantiya mezinan de ye, û ev hebûn divê bi rênemayên çespandî û reftarên cûda, pabend be,

Di dawiya gotara xwe de, Ekrem Mile tekez kiriye ku kesên mezin û xwedî biryar tevî wê yekê hin têbînîn bi danûstandin bi biçûk re li ser hene, ji ber ku çireya kesik danê da ku Sûriyê û herêmên Kurdî dagîr bike, û kuştin û diziyê bike û xelkê berbelav bike, ev tişt ji derencamên girêbestan bûn, û li gor hin berjewendiyên destnîşankirî, mezinan bi biçûk re girêdan, lê pirsgirêk ew e, dema ku xwedî biryar kar û erkekî bi biçûk dispêrin da ku pilana hatiye danîn cî bi cî bike, kesên biçûk xwe ji bîr dikin ku biçûk in, xwe wekû xwedî biryaran dibînin, ji ber wê yekê hin caran çireya sor derbas dikin, û ev yek bi xwe metirsiya bêgûman e.

Ev gotara herî dawî bû ku xebatkar û siyasetmedar Ekrem Mile nivîsandibû, ku di 17ê Berçileya 2019an di nexweşxaneyeke Şamê de çû ber dilovaniya Xwedeyê Mezin û koça xwe ye dawiyê kir.

Ş.E



Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

473