Efrîn .. Agir bi zeviyeke darên zeytûnan li gundê Raco ket
Jul 18 2018
Zeviyek zeytûnan ji aliyê kesin nenas ve li gundekî nêzîkî Raco yê Efrînê hate şewitandin .
Jêderek taybet ji ARKê re ragihand ku roja Dûşemê 16\7\2018 zeviyek zeytûnan li mezrea Reşîd ya nêzîkî navenda navçeya Raco ku ji 25 daran pêktê ji aliyê kesên nenas ve hat şewitandin .
Jêderê herwiha got ku ew dar darên bi ber in û malbatê sûd di demsalan de jê didîtin .
Beriya demekê girûpek ji Elşerqiye bi bihaneya hebûna endamên PKKê êrîşî wê malbatê kiribûn û hin kel û pelên wê malbatê dizîbûn.
790