Pêşmergeyekî şoreşên Îlûn û Gulanê koça dawî kir

Pêşmergeyekî şoreşên Îlûn û Gulanê koça dawî kir

Nov 18 2023

Li kampa Domîz ya penaberên Rojavayê Kurdistanê, yek ji pêşmergeyên her du şoreşên Îlûn û Gulanê îro 18ê Mijdara 2023yan koça dawiyê kir.

Jêderekê ji malbata kesayetiya niştîmanî û civakî Ismaîl Hacî Zirarî, taybet ji ARKê re da zanîn: Îro li nexweşxaneya Azadî li Duhokê, di 75 saliya xwe de çû ber dilovaniya Xwedê, û dê li bajarokê Çil Axa yê bi ser Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve, were spartin.

Kurtejiyan
Xebatkar, sala 1948an de, li gundê Siman yê Rebîa li Herêma Kurdistanê j dayîk bûye.

Sala 1963yan tevlî refên Partiya Demoqrata Kurdistanê bû.

Di ciwaniya xwe de bû pêşmerge û di her du şoreşên Îlûn û Gulanê beşdar kir.

Penaberî Îran û Turkiyê bû, ta 1984 berpirsê rêxistina Partî li Şirnexê bû.

Piştî biryara bidarvekirinê ji aliyê desthelatdariya rêjîma Iraqî, di dermafê wî de derket, neçar bû berê xwe bide Rojavayê Kurdistanê.


194