Pêşmergeyekî Leşkerê Roj şehîd bû
Apr 27 2019
ARK NEWS .. Duh roja Înê 26ê Nîsana 2019an Pêşmergeyekî Lêşkerê Roj li Bendava Mûsilê binav bû û şehîd bû .
Malpera PDK-Sê ragihand ku Pêşmerge Ebdulmecîd Hemê Ebdo li Bendava Mûsilê di encama hewildana rizgarkirina herdu kurên xwe de binav bû û şehîd bû .
Malpera navbûrî da zanîn ku cenaceya şehîd îro demijmêr 8 sibê ji Nexweşxaneya Tenduristiya Dadwerî ya Duhokê berev kampa Faydiyê bi rê ket û ji kampê biryar e ji bo deriyê sînorî were veguhestin da ku li gundê xwe bi xak were spartin .
Şehîd Ebdulmecîd Hemê ji dayîkbûyê sala 1969an e û xelkê gundê Sicwa Kabar û di hêza 2 fewca 2 de cihê xwe dirit .
Ş.E
1016
