Ziyanên teqîna Efrînê eşkere bûn

Ziyanên teqîna Efrînê eşkere bûn

Jul 19 2020

ARK NEWS... Îro 19ê Tîemeha 2020, dema nîvroyê teqînek li navenda Efrîna Rojavayê Kurdistanê çê bû, di encamê de bi dehan birîndar ketin.

Jêderekê xwecihî ji Efrînê ji ARKê re da zanîn ku, teqîn dema nîvro li ser rêya Cindirêsê ya navenda bajêr çê bû, û fermandarek girûpên çekdar hate armanckirin.

Ji aliyê xwe ve jêderên ji opozisyona Sûriyê tekez kirin ku, fermandarê bi navê Hesen Bedre, fermandarê di girûpa Feyleq Elşam e hate armanckirin.

Her di vê derbarê de, tîmên Berevaniya Sivîl ku bi Kum Spî têne naskirin li ser rûpela xwe ragihand ku 13 sivîl di encama wê teqînê de birîndar bûne, hîn jî nehatiye diyarkirin ku Kurd tê de hene yan na.

Ş.E

618