27 sal bi ser şehîdbûna xebatkarên Kurd Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif re derbas dibe

27 sal bi ser şehîdbûna xebatkarên Kurd Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif re derbas dibe

Nov 03 2023

Îro 27 sal li ser şehîdbûna serkirdeyên Kurd, Emîndarê Giştî yê berê yê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê El Partî ku niha bi Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê naskirî ye Kemal Ehmed Derwîş û Endamê Desteya Siyasî yê Partiya Çep ya Kurd li Sûriyê, Şêxmûs Yûsif, ku di encama bûyereke trafîkê de li ser rêya Hesekê-Qamişlo, di 03.11.1996, şehîdbûn, derbas dibe.

Kurteyek li ser ji jiyana xebatkar Şehîd Kemal Ehmed Derwîş:
Şehîd Kemal Ehmed Derwîş di sala 1939an de li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye, qonaxên xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî li dibistanên Hesekê bi dawî anî, paşê derbasî zanîngeha Helebê bû, û li wir bawernameya yasayî wergirt.

Di sala 1958an de tevlî refên partiyê bû, û di sala 1970ê de wek endamê komîta herêmî ya partiyê hate hilbijartin, û di sala 1977an de wek endamê komîta navendî ya partiyê hate hilbijartin.

Di sala 1979an de wek sekreterê giştî yê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (ALPartî) hat hilbijartin.

Kemal Ehmed Derwîş yek ji wan kesan bû, ku yekemîn hevbendiya kurdî li Sûriyê damezrand, di heman demê de yek ji wan kesan bû, ku hewla avakirina Hevbendiya Demokrata kurdî ya dawî li Sûriyê da, wek nûnerê partiyê û Tevgera Niştimanî ya Kurd li Sûriyê hat hilbijartin di Parlemana Sûriyê de.


Kurteyek li ser jiyana xebatkar Şêxmûs Yûsif:

Şehîd Şêxmûs Yûsif di sala 1948an de li gundê Qetraniya navçeya Çil Axa ya herêma Dêrikê ji dayîk bûye, ji malbateke ku bi welatparêziya xwe ya resen tê naskirin, di sala 1965an de tevlî refên Partiya Çep a Kurd bûye.


Di sala 1987an de wek endamê Komîta Navendî ya Partiya Çep a Kurd hat hilbijartin, û di sala 1993an de bû endamê Mekteba Siyasî û di sala 1992an de yek ji damezrênerên Hevbendiya Kurdî bû.

Her du şehîd Kemal Ehmed Derwîş û Şêxmûs Yûsif di 3yê Mijdara 1996an de li ser rêya Hesekê-Qamişlo di encama bûyereke trafîkê de şehîd bûn, piştî, ku ji erkekî fermî ji Hesekê vegeriyan derbarê serjimêriya sala 1961an de li dijî gelê Kurd, û bêparkirina beşekî mezin ji wan ji welatîbûnê.
Jêder tekez dikin ku bi pilan hatin terorkirin û şehîd bûn.

177