ENKSê hejmarek mijarên giring gotûbêj kirin

ENKSê hejmarek mijarên giring gotûbêj kirin

Feb 25 2024

Emîndariya giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê dawîn rewşasiyasî, û hevdîtinên diblomatîk yên Nivîsgeha Peywendiyên Derve ya ENKSê gotûbêj kirin.

Roja Şemiyê ( 24 / 2 / 2024 ) Emîndariya giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê civîna xwe ya asayî li bajarê Qamişlo yê rojavayê kurdistanê li dar xist, û di civînê de jimareyek mijarên xwecihî, Sûrî, herêmî û navdewletî giftûgo kirin.

ENKSê di civîna xwe de dît ku berdewamiya şer li Xezayê wê bandora xwe ya nerînî li rewşên Herêmî û Navdewletî bike, û dê bibe sedema rawestandina piroseya siyasî ji bo dîtina çareseriyekê ji kirîza Sûriyê re û zêdekirina derdeseriya Sûriyan.

Herweha di civînê de behsa hevdîtinên hevdîtinên diblomatîk yên Nivîsgeha Peywendiyên Derve ya ENKSê, çalakiyên nivîsgehên din yên ENKSê kirin, ku bi erênî nirxand.

153