Nişteciyekî ereb danpêdanê dike ku malek li Efrînê bi 1000 $ kiriye

Feb 25 2020

ARK NEWS... Nişteciyekî ereb li Efrîna Rojavayê Kurdistanê danpêdanê bi wê yekê dike ku malek ji girûpên çekdar kiriye.

Nişteciyê ku di weşana zindî de, li ser torên civakî Fêsbûkê duh 24ê Sibata 2020î de belav bûye, dibêje ku malek bi hezar dolarê Emerîkî ji girûpên çekdar kiriye, da ku malbateke ereb ji Idlibê tê de bi cî bike.

Heman welatiyê ereb dibêje ku, ji ber nakokiyên çekdaran ew mal careke din hatiye vegerandin, da ku kesûkarên xwe tê de bi cî bikin.

Ji aliyê xwe ve, Rêxistina Mafê Mirovan li Erînê tekez kiribû ku, çekdar avahî û malên Kurdan desteser dikin û bi kirê didin kesûkarên xwe yan digiroşin wan.

Ş.E

673