350 hezar ji Idlibê koçber bûne piraniya wan jin û zarok in

350 hezar ji Idlibê koçber bûne piraniya wan jin û zarok in

Jan 18 2020

ARK NEWS .. Netewên Yekgirtî eşkere kir ku, ji ber berdewamiya êrîşên rêjîma Esed û Rûsiyê li ser parêzgeha Idilbê bi sedê hezaran kes ji Idilbê derbider bûne .

Netewên Yekgirtî ragihand ku, ji despêka meha Berçileya sala bûrî ve ji ber êrîşên rêjîmê ji aliyekî û balafirên şer yên Rûsiyê ji aliyekî din ve, bêhtirî 350 hezar kes ji Idilbê derbeder bûne ku praniya wan jin û zarok in .

Ji nîvê Berçileya sala bûrî ve, hêzên rêjîmê dest bi operasyona bejayî ser gundewarê Idilbê kirine, û balafirên şer yên rêjîm û Rûsya bi tundî wan navçeyan bombebaran dike.

425