Hejmara nû ya rojnameya Kurdistan derket

Hejmara nû ya rojnameya Kurdistan derket

Oct 31 2023

Rojnameya Kurdistan bi hejmara 256 beşê Kurdî û 715 beşê Erebî derket, tê de hejmarek mijarên siyasî, rewşenbîrî û civakî yên girêdayî bi Kurdistanê û deverê hatine weşandin û gihişt ber destên xwîneran.

Di beşê Erebî de, yekem rûpel pêşwaziya serok Mesûd Barzanî ji desteya serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê re, salvegera 9an ya şandina Pêşmergeyan bi fermana serok Barzanî berev Kobanê bo rizgarkirina wê ji rêxistina DAIŞ ya terorîst, hevdîtina ARK li gel sekertêrê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya û Endamê desteya ENKSê Mihemed Îsmaîl û daxuyaniya ENKS di salvegera 12an de ya ku tê de binpêkirinên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî tên encamdan şermezar dike, li xwe digre.

Rûpelên Du, Sê û Çar nûçeyên Rojavayê Kurdistanê û çalakiyên PDK-S û ENKS li xwe digrin.

Her weha beşê Erebî yê Rojnamey Kurdistan, hejmarek mijar û raportên Kurdistanî û Sûrî, yên nêrînên siyasî, wêjeyî, tendirustî û civakê li xwe digre.

Di beşê Kurdî de, yekem rûpel behsa biryara dîrokî ya serok Barzanî ya şandina Pêşmergeyên Kurdistanê bo Kobanê li xwe digre.

Rûpela duyem behsa pêşwaziya serok Mesûd Barzanî ji desteya serokatiya ENKSê re û werzê çinîna zeytûnan li Efrînê û astengiyên li pêş cotyaran, dike.

Rûpela Sêyem, bi navê “Behzad Dorsin.. Têkoşerê azadî û rêbaza Kurdayetiyê” ye.

Rûpela Çarem, salvegera 39an ya koçbarkirina helbestvanê Kurd Cegerxwîn li xwe digre û bi çand û hunerê beşê Kurdî bi dawî tê.

Rojnameya Kurdistan nîv mehane ye ji aliyê Ragihandina Navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya ve li Hewlêrê derdikeve.


104