Rojane malbatên Kurd vedigerin himbêza Efrînê

Rojane malbatên Kurd vedigerin himbêza Efrînê

Oct 30 2023

Bi dehan malbatên Kurd yên koçberkirî û penaber, vedgerin ser zêdên xwe li gund û navçeyên Efrîna Rojavayê Kurdistanê.

Jêdereke taybet ji Bilbilê got: "Roja Şemiyê, 3 malat vegeriyane navenda navçeyê û herdu gundên Xilalka û Kêla ".

Da zanîn jî: "Malbat li kampên Şehbayê niştecî bûn. Rêveberiya PYDê nahêle koçberkirî ji kampan derkevin, û neçar dibin bi rêyên ne rewa û pereyên zêde, berev Helebê biçin û piştre Efrînê ".

Tevî hebûna bipêkirinan, Pêla vegerê berdewam dike, Çalakvan û siyasetmedar û şirovekar tekez dikin ku veger baştirîn çareserî ye ji bo rawestandina guhartina demografî.

Piştî şerê li Efrînê bêtirî 300 hezar kurd koçberî kampên Şehbayê bûn. Rêveberiya PYDê kampan û herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê control dike û nahêle koçberkirî biryara xwe bi vegerê yan jî derketinê bo navçeyên din, bistînin.

240