Mesrûr Barzanî : Divê Civaka Navdewletî ji bo penaberan alîkariya Hikûmeta Kurdistanê bike
ARK NEWS .. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li balyozê Almanyayê li Iraqê Ole Diehl kir û di wê hevdîtinê de herdû alî di yek nêrînê de bûn li ser pêwîstiya civaka navdewletî alîkarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bin.
Duh Duşemê 28ê Cotmeha 2019an serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li balyozê Almanyayê li Iraqê Ole Diehl kir, ku di hevdîtinê de konsola giştî ya Almanyayê li Hewlêrê Barbara Wolf jî amade bû û rewşa Iraqê û navçeyê hate gotûbêjkirin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya Parlamento û hikûmeta Almanyayê kir, bo dirêjkirina dema efserên Almanya li herêma Kurdistanê û bo berdewambûna wan a rahênan û perwerdeya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.
Derbarê rewşa niha ya Iraqê jî amaje bi wê yekê hat kirin ku li gel daxwazên aştiyane û rewa yên xwepêşanderan in, heman demê de piştgirî li pêngavên çaksaziyê yên Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî hat kirin.
Herdû alî di yek nêrînê de bûn li ser pêwîstiya civaka navdewletî alîkarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bin, ji ber hewandina penaberan û rewşa giştî li navçeyê ya xirab wan penaberan berê xwe dane Herêma Kurdistanê.
PDK
531
