Hewlêr ..Xula rahênana sazkirina nûçe û raporta rojnamevaniyê bi dawî hat

Hewlêr ..Xula rahênana sazkirina nûçe û raporta rojnamevaniyê bi dawî hat

Apr 19 2019

ARK NEWS .. Bi beşdariya hijmarek ji rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê, Çarşema bûrî 17ê Nîsana 2019an, xuleke rahênanê, derbarê çawaniya sazkirina nûçe, û raportên rojnamevaniyê, li bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, bi dawî hat.

Xula rahênanê, li jêr serpireştiya Akadîmînas, û Rojnamevan Husam El Xezelî, bi rê ve çû, mebest jê dûbare rahênankirina kadirên rojnamegeriyê, li hundirî welêt, li Rojavayê Kurdistanê, û li derve hatibû encamdan .

Hijmara beşdarbûyan, 15 rojnamevan bûn, di çarçoveya 4 rojan de, waneyên, di warê çawaniya sazkirina nûçeya rojnamevanî, û çawaniya bandorê li ser hizir, û ramanan bikin, wergirtin .

Xula rahênanê bêtir tekezî, li ser kilît, û rêyên sazkirina nûçeyan, û girîgtirîn xalên sereke, ku beriya sazkirinê divê rojnamevan ber çav bigre, li ser hat kirin, herwiha rêyên di raportan de, ku divê pabendî pê bikin, serbarî curên rawestandina dengî, hatin xuyakirin.

Ev xula 2yem e, ku pispor Husam El Xezelî, ji rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê re, pêşkêş dike, û xul bi coş, û danûstandineke pir mezin ji aliyê başdarbûyan ve, bi rê ve çû, û bi dawî hat .

Ş.E

522