
Siûd Elmela nameyek arastî serokê herêma Kurdistanê kir
ARK NEWS... Roja Duşemê 08 Sibata 2021 Sekretêrê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya û Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê birûskeke sersaxiyê arasteyî Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma kurdistanê kir.
Siûd Elmela, sekretêrê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya, û Serokê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, bi boneya koçadawiya Serdar Axa xalê Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê birûskeke sersaxiyê şand, tê de weha hatye:
Bi dilekî xemgîn min nûçeya koçadawiya xalê we, Serdar Axa kurê Heme Oruhman Axa Silêmanî, ew kesatiya Kurdistanî, ku keda wî di qadên xebatê de diyar bû bihîst.
Ez sersaxiyê ji we re dixwazim û hêvî dikim, ku Xwedayê dilovan wî bi behişta xwe şad bike û sebir û aramiyê bide gelê Kurdistanê.
306