Biro : Pêşmergeyên Roj bi ragihandina Herêma Aram dê vegerin R. Kurdistanê
ARK NEWS.. Serkirdeyê ENKSê Îbrahîm Biro ragihand ku wan li gel Emerîka danûstandin li ser Navçeya Aram kirine û ENKS û Pêşmergeyên Rojava jî dê li gel ragihandina wê navçeyê vegerin Rojavayê Kurdistanê.
Îbrahîm Biro endamê Komîta Pêwendiyên Derve ya ENKSê ji malpera KDP.info re ragihand: “Di çend rojên derbasbûyî de em li gel berpirsên Emerîka re civiyan û me behsa Navçeya Aram kir. Emerîkiyan ji me re gotin ku wan û Turkiyê li ser çend xalên sereke derbarê Navçeya Aram li hev kirine. Lê gotin ku hîn li ser gelek xalan li hev nekirine, wek rûbera wê navçeyê.”
Biro wiha got: “Turkiya razî nabe ku QSD û PYD vegerin Navçeya Aram. Eger rêkeftin li ser hebe baştir e ji bo ku şer dûr bibe, ji ber ku niha metirsiya şer heye. Eger Emerîka û Turkiye li hev nekin metirsiya şer dîsa heye.”
Wî serkirdeyê ENKSê wiha got: “Li gel ragihandina Navçeya Aram dê ENKS bi hêza siyasî û leşkerî vegere Rojavayê Kurdistanê, ku Pêşmergeyên Rojava dê vegerin Rojavayê Kurdistanê. Em ê roleke baş bibînin di wê navçeyê de û em dikarin wê navçeyê bi rê ve bibin. Emerîka jî dixwaze xelkê navçeyê rêvebriya xwe bikin.”
Malpera PDKê
1087
