8 malbatên din vegeriyane Efrînê
Pêla vegera malbatên Kurd yên penaber, derbider û koçbarkirî bo zêdê xwe li navçeyên Efrîna Rojavayê Kurdistanê berdewam e.
Jêderke taybet, roja Pêncşemê 26ê Cotmehê ji ARKê re tekez kir ku 8 malbatên din vegeriyane gundên xwe li herdu navçeyên Bilbilê û Raco.
Li gor jêderê:
- 2 malbat ji Turkiyê vegeriyane herdu gundên Kerê û Qestel Xidriya li Bilbilê
- Malbatek û ciwanek ji Helebê bo gundê Xilalka
- 2 malbat ji Turkiya û Helebê bo gundê Ze’rê
- 2 malbat bo herdu gundên Çeqmaqa û Çolaqa li Raco û Bilbilê
Berya niha jî jêderekê ji navçeya Bilbilê dabû zanîn ku di 15ê Cotmehê de, du malbatên derbider ji Helebê vegeriyane gundê Bêlê.
Û serbar kir: "Gelek malbat êdî vedgerin Bilbilê, navçeya ku rastî guhartina demografî hatiye û herî ziyandîtî ye".
Çalakvanekî Kurd jî tekez kir: "Tevî hebûna binpêkirinan, di dema dawiyê de bêtirî 50 malbatên Kurd vegeriyane zêdên xwe li Efrîn, navçe û gundên wê".
Derbarê vegerandina mal û milkên, got: "Li cînan, malbatên vegeriyayî bi asanî milkên xwe vedgerînin, li cîne din neçar dibin fidiyê bidin".
Jêder didin zanîn jî, ku ne bi tenê malbat vedgerin û di dema dawiyê de bi dehan ciwan ji Turkiya û Herêma Kurdistanê û navçeyên din vegeriyane.
Ji aliyê xwe ve çalakvan û siyasetmedar û şirovekar tekez dikin ku veger, baştirîn çareserî ye ji bo rawestandina guhartina demografî.
Piştî şerê li Efrînê, bêtirî 300 hezar kurd koçberî kampên Şehbayê bûn. Rêveberiya PYDê kampan û herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê control dike û nahêle koçberkirî biryara xwe bi vegerê yan jî derketinê bo navçeyên din, bistînin
169
