Serok Barzanî cejna Çarşema Sor li êzdiyan pîroz kir

Serok Barzanî cejna Çarşema Sor li êzdiyan pîroz kir

Apr 14 2020

ARK NEWS .. Serok Mesûd Barzanî, bi boneya cejna Çarşema Sor ku weke cejna serê sala ola êzdîyan tê zanîn peyamek belavkir

Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi helkefta hatina Cejna Serê Sala ola êzdî, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû xûşk û birayên êzdî yên li Kurdistan û cîhanê dikim û hêviya bextewerî û kameraniyê ji bo wan dixwazim.

Xûşk û birayên êzdî, wekî beşekî veneqetiyê gelê me ne, êş û azareke zêde dîtine û dijminên gelê me bi heman armanca Enfal û kîmyabaranê, ji bilî wê bi dirindanetirîn awayî rik û kîna xwe li ser êzdiyan de rijandiye. Li heman demê de jî bi zêdetirîn şiyana xwe ve xwestine xûşk û birayên êzdî ji gelê me veqetînin. Lê belê li beranber îradeya bi hêza neteweyî û niştimanperweraneya êzdiyan da, hewlên dijmin bê encam bûye.

Li vê helkeftê de xûşk û birayên me yên êzdî û hemû pêkhatên din ji wê yekê piştrast dikim ku Kurdistan welatê pêkvejiyane û divê wê çand û kultura dewlemend biparêzîn û birayetî û tebayiya xwe berfirehtir bikîn.

Hêvîdarim hemû cejn û helkeftan bi şadî û bexteweriyê de derbas bikîn û bimînin bi xêr û xweşiyê da.

273