Lubnan : biryara 890 hezar penaberên Sûriyê vegerin welatê xwe
ARK NEWS .. Li gor rêkeftina di navbera rêjîma Sûriyê û hikûmeta Lubnanê de hijmarek ji penaberên Sûriyê vegeriyan welatên xwe .
Roja şemiyê 28\7\2018an karwana pêncan ya penaberên Sûriyê di riya sînorê Rojhelat ve û bi hemahengî bi hikûmeta Lubnanê re gehiştin Sûriyê .
Li gor jêderên ji ewlekariya giştî ya Lubnanê ku karwan derdora 1000 penaberî ne ji wan li Şeba ya Başûrê Lubnanê bûn û 150 ji deverên Biqa ya Rojhelata Lubnanê bûn û piraniya wan wê berê xwe bidin devera Zebedanî ya Şama paytext .
Ji aliyê xwe ve berpirsekî Lubnanî ragihand ku bi hemahengî bi rêkeftina Rûsiyê re di demên bê de hijmarek mezin ji penaberên Sûriyê wê vegerin welatê xwe û ew li benda bejirandina lîsteyên ku wan ji rêjîmê re şandine û piştî bejirandinê ew ê berê xwe bidin Sûriyê .
Li aliyekî din Serokê Lubnanê Mîşêl On îna bûrî ragihandibû ku destpêşxeriya Rûsiya çûna derdora 890 hezar penaber li xwe digre .
Di 20\7\2018an wezareta berevaniya Rûsiyê pêşinyarek derebarê vegerandina penaberên Sûriyê ji Emrîka re şandibû ku ew gav piştî lûtkeya Hilsinkî ya di navbera Serokê Rûsiyê û hevşanê wî yê Emrîkî de hatibû lidarxistin.
Nêzîkî melyonek û 500 hezar penaberên Sûriyê ji Kurd û Ereban li Lubnanê hene û piraniya wan ji ber şer û pevçûnan ji Sûriyê berê xwe dane wî welatî herwiha ji ber sedemên abûrî û tunebûna kar li Sûriyê û beşek ji ciwanan ji ber leşkeriya neçar reviyabûn ku ta niha karwana pêncan ji Lubnanê bi rê ketiye û hijmara ku gehiştine Sûriyê ne hatine eşkerekirin .
629
