Domîz.. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî çente û perawge dabeş kirin
Li kampa Domîz 1 ya penaberan li parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî “BCF”, çente û perawge li ser şagirtan dabeş kirin.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li ser rûpela xwe ya Facebookê gotiye: ”Roja 9ê Cotmeha 2023yan û bi hevkariyê li gel Rêxistina (Save The Children), çente û perawge li ser şagirtan li kampa Domîz 1 hatine dabeşkirin ”
Daye zanîn jî ku, 1773 şagirtan li 8 dibistanan, çente û perawge wergirtine.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, rêxistineke ne hikûmî ye, di ware mirovî de li Herêma Kurdistanê çalak e, kar li ser dabînkirina alîkariyan bo penaber, derbeder û xwedanên pêdiviyên taybet dike.
Piştî erdheja Sibatê, Dezgeh derbasî Efrîna Rojavayê Kurdistanê bû ji bo pêşkêşkirina alîkariyan û di 4 Tîrmeha bûrî de, li Efrînê Navenda Barzanî ya Çand û Geşepêdanê, vekir.
218
