Çekdarên PYDê endamekî din yê Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya revand

Çekdarên PYDê endamekî din yê Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya revand

Jul 11 2018


ArkNews :Grûpeke çekdarên partiya PYDê ku binavê Asayîşa Rojava xwe dane naskirin endamekî din yê Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya li bajarê Qamişlo revand.
Jêdereke taybet ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdisanê ji ArkNews re eşkere kir ,ku grûpeke çekdarên partiya PYDê ku binavê Asayîşa Rojava xwe dane naskirin ,endamekî Encumena Leq ya Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya PDK-Sê bi navê Şoreş Muad , li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ,Şev a bihurî ”Sêşemê” ,li pêşiya mala wî û ji nav zarokên wî revand.
Heman jêderê tekz kir, ku Murad bê tu guneh ango tomet ji aliyê çekdarên PYDê ve hate revandin , û şêweyê ku çekdaran bika ranî ,metrsî li ba malbata Şoreş encam da .
Şoreş ji malbateke niştmanî û kurd perwer e ,ȗ xudan xebat û dîrokeke pak ȗ pîroz e di dibîstan û Rêbaz a Kurdîniyê de ,ȗ ligel du xwîşkên xwe ji endamên çalak in û zêdetir ji 20 salan xizmeta huner û filklora kurdî di Koma Narîn ya Huner ȗ Filklora Kurdî de li Qamişlo kirin e .

582