Stêrka Kurd Heysem Kiço.. 21 sal li ser koçbarkirinê

Stêrka Kurd Heysem Kiço.. 21 sal li ser koçbarkirinê

Oct 16 2023

Di rojeke weke îro de, Heysem Kiço stêrka Yaneya Cîhad ya topa pê, koça dawî kir. Stêrkeke ku bi salan keyf û xweşî di dilê cemawerên topa pê de belav kiriye.

Heysem Kiço di sala 1976an de li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Di sala 1990î de tevlî Yaneya Cîhad ya bajarê Qamişlo bû û qonax bi qonax di nav astên yaneyê de dihate veguhastin.

Di sala 1996 – 1997an de bi Yaneya Şurte re list, li şûna leşkeriya Sûrî.

Careke din vegeriya Cîhad û rêya xwe berdewam kir. Sala 1996an bo helbijêrê Sûrî yê ciwanan hate vexwendin, ji bo beşdariyê di Cama Asiya de.

Du caran weke baştirîn golvan di xula Sûrî ya topa pê de hate xelatkirin.

Di tîma helbijêrê Sûrî (ya mezinan) de, çar lîstkan lîst. Ji ber ku lîstikvanên Yaneya Cîhad, kurên bajarên kurdî bûn, siyaseteke nerênî her dem li ser hebû da ku nebe tîma yekem di Sûriyê de.

Di sala 2000 û 2001ê de, Kiço Yaneya Cîhad kire di pileya duyem de li ser asta Sûriyê.

Di 16ê Cotmeha 2002yan berê Yaneya Cîhad li Dêra Zorê bû, di rê de otobusa Yaneyê rastî bûyerekê hat, di encamê de Heysem Kiço û ajovan canên xwe ji dest dan û hejmarek lîstkvanên din birîndar bûn.

160