Hejmara sûdmendên bernameya cîhanî ya xwarinê li Bakurê Sûriyê Kêmbûye
Tîma Hevrêzkarên Bersivdana Sûriyê rapirsiyek derbarê rastiya xwarinê ya sivîlan li Bakurê Sûriyê pêk anî.
Bi encama 60% ji kesên ku alîkarî ji bernameya cîhanî ya xwarinê (WFP) werdigirtin alîkaiya wan bi temamî hatine rawestandin.
Rapirsiyê kesên sûdmend ji xizmetgozariya bernameyê li xwe girt û li ser 21.843 kesan rapirsî hat belavkirin, ji wê hejmarê 47% jin in, û %53 jî mêr in.
Rapirsiyê giringî bi devera ku neha ji aliyê bernameya navborî ve tê armanckrirn encam da ku 71% ji sûdmendan ziyan pê gihştine, li gorî rapirsiyê, 13.106 kesan alîkarî li ser wan hatine birîn.
Serbar kir, rêjeya kesên ku pêwîsta wan bi alîkariya mirvoî li Bakurê Rojavayê Sûriyê hene gihştiye 4.4 Meliyon sivîl in.
Di dawiya sala borî de bernameye cîhanî ragihand ku ji destpêka sala 2024an ve dê bernameya alîkariyê li Sûriyê rawste.
229
