NY banga rawestandina şer li Idlibê dike

NY banga rawestandina şer li Idlibê dike

Mar 19 2019

Şandeyê navdewletî yê taybet ji bo Sûriyê Gîr Pêdirson tekezî li ser giringiya pabendiya hemî aliyan li Sûriyê bi yasayên mirovî û navdewletî û mafê mirovan di şerên leşkerî de .

Berdefkê fermî yê netewên yekgiritî Stîvan Dugarîk di kongirekî rojnemevanî de raghand ku Pêdirson di sereredana xwe ji bo Sûriya hevdîtnên baş li gel wezîrê derve yê Rêjîma Sûriyê Welîd Almuelim pêkanî .

Her li gorî navburî ku şandeyê navdewletî ji bu Sûriyê Gîr Pêdirson bang li hemî aliyan kir ku pabendiyê bi biryara rawestandna şer li Idlibê bikin û daxwaza alîkarya navdewletî kir daku fişarê li aliyên Sûrî bikin ji bo dîtina çareseryek siyasî ku li gorî daxwazên gelê Sûriyê be .

761