El-Behra û Snow rewşa Sûriyên li Turkiyê gotûbêj kir
Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Sûrî Hadî El-Behra û şandiya Berîtanî bo Sûriyê Ann Snow proseya siyasî û rewşan penaberên Sûrî li Turkiyê gotûbêj kirin.
Bazneya ragihandinê ya Hevpeymaniya Niştîman ya Sûrî ragihand, El-Behra li gel şandeya Birêtanî, zêdebûna êş û azarên welatiyên Surî bi giştî bi taybet yên li Turkiyê dimînin gotûbêj kir, amaje kir ku paşguhkirina Navdewletî, ji piroseya siyasî û biryara encûmene ewlkarî ya 2254 re barê Sûriyan giran kiriye.
Serbar kir ku Hevpêmaniya Niştîmanî tekezî li ser peydakirina geş û hewayeke ewleh kir ji bo dîtina çareseriyeke siyasî, ji bo vegera penaberan bi şêwakî xwebexiş li ser warên xwe.
Diyar kir ku Snow tekezî li ser helwesta welatê xwe derbarê vegera penaberan bi şêwakî xwebexiş ne bi neçarî kir.
Ev gotûbêjî piştî êrîşên hin welatiyên Turkî li ser penaberên Sûrî yên li Qeyseriyê û hin bajarên din li Turkiyê tê.
287
