Girtiyekî Siyasî behsa girtina xwe ji bo ARK dike

Apr 11 2019

Xebatkar û siyasetmedar 'Ebdil'ezîzê Mejdel, girtiyê Siyasî di serdemê serokê berê yê Êraqê Sedam Husên de, Behsa jiyana xwe ya siyasî û girtina xwe dike.

Xebatkar 'Ebdil'ezîz Mejdel endamê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya , ji bo yekbûna Partiyê di salên Heftiyan de li gel hijmarek hevalên xwe xwestin derbasî Herêma Kurdistanê bibin ,û tevlî kongirê Partî Demokrata kurdistan sûriya bibin, lê ji aliyê hikûmeta Bexdadê ve rastî kemînekê hatin û tevde hatin girtin ,û Zêdetrî çar heyvan di zindana Bexdadê de man ,û piştire Di dema danûstandinê Tevgera Rizgarî Xwaza Kurdistanê digel Bexdadê û pevguhertina dîlan ، îdî 'Ebdil'ezîz Mejdel û hevalên wî ji bo Herêma Kurdistanê Hatin radestkirin ,û bi rêya Rêxistina Partiya Demokrata Kurdistanê (ofîsa Mûsilê) radestê Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê hatin kirin.

'Ebdil'ezîz Mejdel xelkê gundê Girikê Deqoriya yê bi ser Bajarê Amûdê ve ye ، û niha jî di temenê xwe yê 73 Saliyê de ye ,di rewşeke abûrî ya zehmet re derbas dibe , Mejdel qesta Herêma kurdistanê kiriye û daxwaza mafê Xwe yê siyasî û zindanî dike.

1116