Emerîka mercên Turkiyê derbarê Navçeya Aram de red kirin

Emerîka mercên Turkiyê derbarê Navçeya Aram de red kirin

Aug 29 2019

ARK NEWS.. Emerîka daxwaza Turkiyê derbarê beşdarîkirina girûpên çekdar di Navçeya Aram de red kir .

Ajansa Blombêrg ya Emerîkî li ser zarê du berpirsên Turkî veguhistiye, ku Turkiyê û Emerîka di danûstandinên xwe de derbarê avakirina Navçeya Aram de ta niha berdewam in, û li ser kûrahiya 15 kîlomtireyan rêkeftine, û biryare ew rûber kûrtir bibe, lê eger Emerîka pabend nebû di wê demê de Turkiyê wê derbasî Rojhilatê Çemê Feratê bibe .

Li gorî heman berpirsên Turkî eşkere kirine, ku Emerîka rê nedaye Turkiyê ku balafirên xwe yên şer li ser esmanê Navçeya Aram bikar bîne , herwiha pêşinyara Turkî bo beşdarîkirina girêpîn çekdar yên bi ser Opozisyona Sûriyê di wê deverê de jî hatiye redkirin.

Wekû ajansa navhatî daye xuyakirin ku Turkiyê daxwaz kiriye ku hijmara leşkerên wê li Navçeya Aram pir be, lê Emerîka ev yek jî red kiriye û gotiye li hember her du leşkerên Turkî wê leşkerek Emerîkî hebe.

533