ARK hejmara girtiyên kurd li Efrînê belav dike
Li gorî belgekirina ARKê Ji meha Çileya îsal 2023yan heta meha Îlûnê, li Efrîn, navçe û gundên wê, 249 kesên sivîl ji aliyê komên çekdar û her du polîsên leşkerî û sivîl ve hatine girtin.
Di nav wan de 20 jin û şîrmijek bi dayîka xwe re hatiye girtin heye, bi tometên dûr ji rastiyê hatine girtin.
Li gorî ku me ji destêka salê ve heta Îlûnê belge kiriye weha ye:
Meha Çileyê: 36 girtî
Meha Sibatê: 12 girtî
Meha Adarê: 10 girtî
Meha Nîsanê: 20 girtî
Meha Gulanê: 32 girtî
Meha Hizêranê: 16 girtî
Meha Tîrmehê: 22 girtî
Meha Tebaxê: 60 girtî
Meha Îlûnê: 41 girtî
Giştî: 249 girtî
Di vê meha Cotmehê de jî li gorî jêdereke taybet daya zanîn ku bi tenê li gundê Husê çend welatî hatine girtin di nava wan de jinek jî heye, bi heman tometa PYDê hatine girtin, tevî ku berê jî çend caran hatine girtin.
Li aliyekî din eb 11 roj in endezyarê kurd Şêxo Hec Ehmed Zada revandî ye, û çarenivîsa wê ne diyar ku piroseya girtin û revandinê ji sal 2018an ji dema ku Turkiyê û komên çekdar destê xwe danîne ser herêmê berdewam dike.
252
