peyama Serok Barzanî di salvegera 36emîn ya kîmyabarana Helebcê de
Serok Mesûd Barzanî di salvegera kîmyabaran Helebçê de peyamek belav kir û ragehand: Cihê şerm û eybê ye hîn di nav dewleta Iraqê de heza nehiştin û înkarkirina mafên gelê Kurdistanê tê dîtin.
Îro 16.03.2024ê Serok Mesûd Barzanî di salvegera kîmyabarana Helebcê de peyamek li tora xwe ya civakî X de belav kir û ragehand: Tewanê kîmyabarankirina Helebcê bilgeya zulm û eqliyeta nemirovaneya neyarên gelê Kurdistanê ye.
Serok Barzanî diyar kir, piştî derbasbûna 36 salan li ser karesata Helebce de cihê şermizariyê ye hîn di nav dewleta Iraqê de heza nehiştin û înkarkirina mafên gelê Kurdistanê tê dîtin.
i rojeke wek îro di 16.3.1988an de rêjîma Beis a Iraqê bajarê Helebce kîmyabaran kir û bêhtir ji 5 hezar welatiyên wî bajarî şehîd bûn û bêhtir ji 20 hezar kes jî birîndar bûn û beşeke ji xelkê Helebceyê koçberî Îranê bûn.
53