Hejmara nû ji rojnameya Kurdistan derket

Hejmara nû ji rojnameya Kurdistan derket

Oct 03 2023

Rojnameya Kurdistan bi hejmara xwe ya 713an Erebî û 254 Kurdî derket û gihişt ber destê xwîneran.

Di rûpela yekê de girîngî daye pîrozbahiya serok Mesûd Barzanî ji gelê Kurdistanê re di salvegera 6an ya rêfrandoma serxwebûna Kurdistanê de, gera sekreterê Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya Mihemed Îsmaîl ya siyasî û
rêxistinî li Elmaniya, pêşwaziya Mesrûr Barzanî serokê hikûmeta Herêma Kurdisatnê ji şanda Encûmena Niştîmanî ya Kurdî re û hevdîtina şanda nivîsgeha peywendiyên derve ya ENKSê li gel Konsilê giştî yê Rûsiya li Hewlêrê.

Her weha Hejmara nû, xwenîşandanên Rojavayê Kurdistanê li dijî bilindkirina rêveberiya PYDê ji nirxê mazotê re, pêşhateyên Kurdistanî, Sûrî, herêmî û navdeweltî, nerîn û gotarên cuda, hevdîtin û çalakî jî li xwe girtiye.

Rojnameya Kurdistan ji aliyê Ragihandina Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya li Hewlêrê derdikeve.

168