PDK-Sê raporta xwe ya meha Gulanê belav kir

PDK-Sê raporta xwe ya meha Gulanê belav kir

Jun 08 2022

ARK NEWS... Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê raporta xwe ya siyasî ya meha Gulanê belav kir, tê de behsa jimareyek mijar û babetên girêdayî rewşa Sûriyê bi giştî, Rojavayê Kurdistanê bi taybetî û rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye.

PDK-Sê di destpêka raporta xwe de ronahî xistiye rewşa abûr ya xirab û berdewamiya kirîzan li seranserî Sûriyê ku roj bi roj jiyana rojane ber bi xirabûnê ve diçe, bi sedema bilindbûna dolarê Emerîkî li hember lîreya Sûrî û giranbûna tevaya kerestên jiyanê yên sereke.

Ji aliyê siyasî ve jî PDK-Sê da zanîn, ku kirîza Sûriyê her ku diçe aloztir dibe tevî hewlên Gêr Pêdirson şandiyê Navdewletî yê taybet bo Sûriyê yên berdewam û lidarxistina gerên karê komîteya distûra Sûriyê ya pêşerojê li Cinêvê lê kirîza Sûriyê diçe aloztir dibe.

Raportê serbar kir û got: Bi gefên Turkiyê yên berdewam ji encamdana operasyoneke leşkerî nû li Sûriyê rewşê dixe metirsiyê bi taybetî rewşa herdu navçeyên Minbic û Til Refetê ku herdu navçe destpêkek berev cîbicîkirina pirojeya avakirina navçeya ewleh li Rojavayê Kurdistanê bi kûrahiya 30 kîlo mitreyî ye ji aliyê Tirkiyê ve û destipêkirin bi avakirina nişteciyan ji bo vegerandin û bicîkirina yek melyon penaberên Sûrî li devera ewleh ew jî bi armanca guhertina demoxrafiya deverên Kurdî ye.

PDK-Sê got: Ew dûr nabîne, ku Turkiyê careke din operasyoneke leşkerî encam bide weke çawa beriya niha 3ê operasyonên li Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê encam dan bi wergirtina çireya kesk ji aliyê Emerîka û Rûsya, ku vê carê jî bi erêkirina herdu welatan dest bi operasyona xwe ya nû bike.

Serbarî rewşa deverên kurdî li Rojavayê Kurdistanê PDK-Sê di raportê de ronahî xiste ser xirabûna rewşê bi giştî ji berdewamiya kirîzan, xirabûna rewşa xizmetguzarî bi giştî, çandî, diyardeya bêkariyê, nebûna ewlehî û aramiyê bi giştî ku di dema dawiyê de piroseyên diziyê zêde bûye, serbarî berdewamiya revandina zarokên biçûk û armanckirina hin navçeyên sînorî ji aliyê Turkiyê û komên çekdar ku bûye sedema belavbûna mertirsiyê li wan navçeyan, serbarî kuştin û birîndarbûna welatiyan ji ber wan êrîşan.

PDK-Sê behsa rewşa hersê deverên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê yên di bin kontrola Turkiyê û komên çekdar de kir û got: Roj bi roj asta kiryar û binpêkirinên komên çekdar li hersê bajarêan bi taybetî Efrîn zêdetir dibe û rojane kiryar dermafê kurdan de têne encamdan û Turkiyê hewl dide bi fermî Efrîn tevlî welatê xwe bike lewma pêwîst e civaka navdewletî tevger û destwerdanê bike ji bo rawestandina siyaseta ku Turkiyê niha li wan navçeyan dimşîne .

Li aliyekî dinjî PDK-Sê behsa xwenîşandanên PYDê û QSDê li bajarên cuda cuda li Rojavayê Kurdistnê û navçeyên bin kontirola wî de kir û got; Berdewamiya lidarxistina xwenîşandanên piştevanîkirinê ji PKKê re û blindkirina wêneyên Ebdulah Oçelan ji aliyê PYDê û QSDê ve behaniyên xurt û bihêz dixe destê Tirkiyê de ku êrîşî navçeyên kurdî yên mayî bike.

Li ser ewşa Iraqê jî PDK-Sê di raporta xwe de ronahî xiste ser berdewamiya kirîza siyasiya Iraqê bi giştî, û destwerdanên derve di Iraqê de bi taybetî kir, ku bi tenê ev destêwerdan xizmeta ecindeyên derve dike û nakeve xizmeta Iraqê de. Derbarî Herêma Kurdistanê jî raportê da zanîn ku Herêm ji gelek waran ve pêş ve diçe ci ji aliyê siyasî be, abûrî be û xzimtguzarî be û bi tevaya hewlan radibe da ku nakokiyên navbera xwe û Bexdayê re çareser bike, û ev yek nîşana wê yekê ye ku Herêma Kurdistanê ber bi pêşketinek nû ve diçe.

271