Topbarana Hêzên Rejîmê li ser Idlibê Hin Bajarok û Gund Kavil û Bê Xelk Hiştine
Encûmena Xwecihî ya bajarokê "Cercenaz" û bajarokê "El-Temanaa" yên başûrê Idlibê , ragehandin ku herdû bajarok ji ber topbarana berdewam ya hêzên rejîma Esed û Rûsiya wêran û kavil in.
Encûmena Xwecihî ya bajarokê "Cercenaz"di daxuyaniyekê de got ku "Di çarçoveya êrîşa hovane û tund ya di riya mûşekên hêzên rejîma Esed û Rûsiya li dijî sivîlan û cihên giştî tê kirin, em bajarok wek devereke bobelatê û bê xelk radghînin".
Encûmena Xwecihî ya bajarokê "El-Temanaa", di daxuyaniyeke xwe de amaje kir ku bajarok rastî êrîşên berdewam tê, ji aliyê rêbendên rejîmê yên derdorê, li jêr sîwana Rûsiya, Heriwha Encûmena Xwecihî ya bajarokê "El-Tih" roja Duşemê ragehand ku bajarokê wan jî kavil e, ji encama topbarana tund û "pilankirî" ji aliyê hêzên rejîmê ve.
Hin çalakvanên xwecihî dan zanîn, ji encama topbarana rejîma Esed li ser bajarokê "Cercenaz" li başûrê Idlibê, zarokek hate kuştin û sê sivîl birîndar bûn, û birîndar ji bo xalên pizişkî ji bo dermankirinê hatin veguhestin, ji ber topbarana malên welatiyên sivîl li wî bajarokî.
Herdu Encûmenan daxwaz ji rêxistinên civaka sivîl kirin, da alîkariyên bilez bo xelkê herdu bajarokên kavilkirî pêşkêş bikin, û daxwaz ji rêxistinên civaka sivîl kirin ku bi berpirsyaretiya xwe derbarê awareyan jî rabin.
Tê zanîn, tevî ku Idlibê di nava rêkeftina Idlibê de ye, û yek ji deverên agirbestê ye, lê berdewam rastî topbaranê ji aliyê hêzên rejîmê û Rûsiya tê, û di encamê de bi dehan şehîd û birîndar ji sivîlan ketine.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê armanckirina topxaneya hêzên rejîmê ji deverên ku sivîl lê dijîn re şermezar kir, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku sînorekî ji vê yekê re deyne, û berpirsên di ber binpêkirinên berdewam de derheqê welatî û zarokên wan siza bike, û van binbêkirinan wek tawanên cengê bide nasîn.
J.Acansên Nûçeyan
401