Li Rojavayê Kurdistanê ji duh ve agir dibare

Li Rojavayê Kurdistanê ji duh ve agir dibare

Oct 06 2023

Ji duh ve heta niha li çendîn bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê bomberbaran û topbaran heye, qurbaniyên canî ketine û ziyaneke mezin gihiştiye deverê.

Li Rojavayê Kurdistanê, li her yek li bajarên Qamişlo, Dêrik, gundên Kobanê û navçe û bajarokên bi ser ve bi tundî ji aliyê hêzên Turkiyê ve têne armanckirin.

Li gorî agahiyên bi destê ARKê ketine ta niha zêdetirî 50 cihî hatine armanckirin, di nav wan de wêstgehên elektirîkê û petrolê hatine têkbirin û jinavbirin.

Ji berê wê yekê elektirîk bi temamî li ser bajarên Qamişlo, Dêrik û hin navçe û deverên din hatine birîn, her weha rewşeke metirsîdar di nava şêniyên deverê de heye.

Hêzên Hevpeymaniya Navdeletî duh balefireke Turkiyê anîn xwar, Wezareta Berveiyê ya Emerîka jî da zanîn ku nêzîkî bingeha wan bûbû lewma xistin xwarê.

Êrîşa Turkiyê piştî teqîna Enqereyê hat ku di 1ê Cotmehê bi destê PKKê hat encamdan, Turkiyê jî ragihand ku ew ê bersiveke tund bidin, ji duh ve êrîş dike, ta amedekirina vê nûçeyê hîn jî girjî û êrîş berdewam in.

86