10 sal li ser damezrandina YXCDK-R re derbas dibin
Di 11 Îlûna 2023 de,10 sal li ser damezrandina Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî – Rojava li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê re derbas dibin.
Di bin silogana: Bi zanist û kar nifşekî azad, pêşerojeke ronak, kongira damezrandinî ya Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî – Rojava li Hewlêrê hate lidarxistin.
Bi beşdarbûna 86 endaman ji hemû deverên Rojavayê Kurdistanê, û xwendekar û ciwanên Kurd li Stenbolê û kampên penaberan li H. Kurdistanê, kongira damezrandinî di 7ê Îlûna 2013an de hate lidarxistin û karên kongirê ta 11ê heman mehê li Hewlêrê berdewam kirin.
Damezrandina YXCDK-R weke gaveke giring di dîroka tevgera siyasî ya R. Kurdistanê de tê naskirin, kesên pispor û akadîmîk di bin yek sîwanê de hatine komkirin, û li ser bingeha pêşxistina ciwanan ji bo bicîkirina hêvî û xwenên wan kar dike.
JI damezrandina YXCDK-R ve û ta niha rê li pêş ciwanan vekiriye bo avakirina çandeke aştiyane û ciyawaz, her wiha ciwanan hand dide bo beşdariyê di jiyana siyasî û civakî de.
11ê Êlûnê weke roja damezrandina YXCDK-R hate hilbijartin, ji ber giringiya vê rojê di dîroka şoreşên Kurdistnî de.
218