Eniya Aştî û Azadiyê daxuyaniyek belav kir

Eniya Aştî û Azadiyê daxuyaniyek belav kir

Nov 12 2020

ARK NEWS... Di çarçoveya pilanên xwe di pênasîna eniya Aştî û Azadiyê, û şirovekirina pirograma wê ye siyasî li cem welatên ektîv di doza Sûriyê de, roja Çarşemê 11ê Mijdara 2020an, şandek ji eniya Aştî û Azadiyê, seredana Turkiyê kir û li gel berpirsên Turkiyê yên taybet di doseya Sûriyê di wezareta derve re, hevdîtin encam dan.

Li gor daxuyaniyekê ji eniya Aştî û Azadiyê, ku şand ji her yek ji Mihemed Ismaîl, Silêman Oso, û Dawûd Dawûd, Wasif Zab, Gebiryêl Koriyê, pêk dihat, û ji aliyê nûnerên wezareta derve, ve hatin pêşwazîkirin. Û tekezî li ser hebûna hijmarek ji hevnerînên hevbeş yên di warê siyasî, navbera eniyê, û Turkiyê derbarê rewşa Sûriyê de kir, herwiha helwêsta welatên xwe ji kirîza Sûriyê, dane nîşankirin, serbarî, piştevanîkirina Turkiyê, bi hemû pêkhateyên xwe ve, di rêya piştgiriya siyasî, û vehewandina bi melyonan ji penaberên Sûrî yên ji zordariya rêjîmê reviyane anî ziman.

Heman daxuyaniyê, ameje kiri ku, aliyê Turkiyê, piştevaniya xwe ji karên navdewletî ji dîtina çareyeke siyasî ji kirîza Sûriyê, li gorî biryarên navdewletî 2254, herwiha piştevaniya xwe ji opozisyona Sûriyê, û yekrêziya wê re kir.

Ji aliyê xwe ve, şanda eniya Aştî û Azadiyê, armanc û meremên, ku hiştin eniya navbûrî were damezrandin, dane diyarkirin, ku weke derencamên normal ji peywendî û helwêstên, aliyên beşdar hat, û û ew enî rastiya hemarengiyê li Sûriyê, diyar dike.

Şanda eniyê herwiha tekezî li ser wê yekê jî kir ku amede ne bi hemû aliyên opozisyona Sûriya re kar bikin, herwiha kar li ser pêkvejiyanê, û belavkirina çand û pirensîpên, jiyana hevbeş, û nehiştina tundtûjî û nijadperestiyê bikin.

Her di daxuyaniyê de hatiye ku şandê tekezî li ser kar ji bo danîna peywendiyên bihêz bi hemû welatên bi bandor di doseya Sûriyê de dike, di serî de Turkiyê, ku peywendiyên hevbeş di dîrok, demoqrafî, û perjewendiyên hevpar hene.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, eniya Aştî û Aazdiyê, spasiya Turkiyê, li ser vehewendina penaberên Sûriyê kir, û tekez kir ku biryar e zincîrek hevdîtin bi hevpeymaniya niştîmanî ya hêzên opozisyona Sûriya, û desteya danûstandkara Sûriyê, û serokê hikûmeta Sûriya demkî re zas bikin, ji bilî wan dê hevdîtinan bi şandên dîplomatkar yên Emerîka û Ewropayê re jî encam bidin.

Ş.E

340