12 sal in çalakvan Hisên Îso ji aliyê rêjîma Esed ve revandî ye û çarenivîsa wî ne diyar e

12 sal in çalakvan Hisên Îso ji aliyê rêjîma Esed ve revandî ye û çarenivîsa wî ne diyar e

Sep 02 2023

ARK NEWS... Îro 2yê Îlûna 2023yan, 12 sal li ser revandina çalakvan û nivîskarê kurd Hisên Îso re derbas dibin.

Hisên Îso di sala 2011an de ji aliyê rêjîma Esed li bajarê Hesekê hat revandin.

Çalakvan û nivîskarê kurd Hisên Îso dema di xwepêşandanekê de beşar kiribû hat revandin, ku di wê çalakiyê de 2000 kes beşdar bûn.

Çalakvan û nivîskarê kurd Hisên Îso ji şêniyên bajarê Dirbêsiyê yê Rojavay Kurdistanê ye, dema ku hatiye girtin 65 salî bû, û tûşî pir nexweşiyan hatibû.

Di berdewamiya jiyana xwe de, kar û xebat di ber doza kurdî de dikrir, ji destpêka şoreşa Sûriyê de beşdarî di çalakiyên li dijî rêjîma Esed de kir, lewma bû qurbaniya çavsoriya rêjîma Esed û hat revandin.

Ta roja weke îro çarenivîsa wî ne diyar e.

256