Serok Barzanî dengê xwe da: Ya girîng serkeftina gelê Kurdistanê ye

Serok Barzanî dengê xwe da: Ya girîng serkeftina gelê Kurdistanê ye

Sep 30 2018

Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê li binkeyeke dengdanê amade bû û ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê dengê xwe da û got ya ku girîng e serkeftina gelê Kurdistanê ye.

Serok Barzanî piştî dengdanê, di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, “Gelê Kurdistanê mafê xwe di proseyeke demokratîk de bikar tîne û bi awayeke demokratîk dengê xwe dide.”

Serok Barzanî got: “Di encamê de ya ku giring e serkeftina gelê Kurdistanê ye.”

Serok Barzanî hêvî kir, ku proseya hilbijartinan bi şêweyekê aram û serkeftî birêve biçe

524