Waşinton: Eger heye cardin DAIŞê vegere Sûriyê

Waşinton: Eger heye cardin DAIŞê vegere Sûriyê

Jun 06 2019

ARK NEWS .. Şandiyê Emerîkî yê taybet ji bo Sûriyê huşdarî da ji metirsiya vegera rêxistina terorîst ya DAIŞê careke din ji bo Sûriyê.

Di gotarekê de li peymangeha Rojhilata Navîn li Waşinton Cêmis Cêfrî şandiyê Emerîkî yê taybet bo Sûriyê ragihand, ku amaje hene çardin rêxistina DAIŞê ya terorîst di rêya şanên xwe yên razayî vegere Sûriyê.

Cêfrî tekez jî kir ku Emerîka li gel hevpeymanên xwe li deverê wê rêgiriyê li vegera DAIŞê bike û qet rê nade rêxistina terorîst ya DAIŞê ku careke din vegere Sûriyê.

Ş.E

649