Kosovo 110 welatiyên xwe wergirtin

Kosovo 110 welatiyên xwe wergirtin

Apr 22 2019

ARK NEWS .. Welatekî Ewripî hejmarek welatiyên xwe yên ku di nava rêzên DA`IŞê de bûn li Sûriyê wergirtin.

Ebîlard Tahirî Wezîrê Dada Kosovo ragihand ku îro piroseya veguhestina 110 welatiyên Kosovo yên di navarêzên DA`IŞê de bûn li Sûriyê bi alîkariya welatê Emerîkayê bi serkeftî hate encamdan.

Weke Wezîrê Dada Kosovo eşkere kir ku di piroseya veguhestinê de ya ku piraniya wan jin û zarok bûn di nav wan de 4 çekdar jî hebûn ji Sûriyê bo Kosovo hatin veguhestin.

527