Ibrahîm Biro: Şerê Xezayê dê bandorê bighîne çareseriyê li Sûriyê

Ibrahîm Biro: Şerê Xezayê dê bandorê bighîne çareseriyê li Sûriyê

Nov 11 2023

Li Kampa Domîz ya penaberan li parêzgeha Dûhokê ya Herêma Kurdistanê, semînareke siyasî li ser dawîn pêşhateyên Sûriyê û navçeyê, bi rê ve çû.

Ibrahîm Biro endamê Desteya Danûstandinê ya Sûrî û endamê komîta siyasî ya PYK-Sê, semînar pêşkêş kir û behsa bandora şerê Xezayê li ser çareseriya siyasî li Sûriyê kir.

Di lêdwaneke taybet de bo ARKê, Ibrahîm Biro got: "Bidawîbûna Tevgera Hemas dê bandorê li tevaya girûpan bike, û dê Rêjîma Sûrî neçarî vegerê li çareseriya siyasî bike".

Tekez kir: "Em Sûriyayeke azad ji sitemkarî û diktatoriyê dixwazin û divê Kurd derfetê ji destê xwe nebin û tevaya mafên xwe yên rewa di pêşeroja Sûriyê de, gerentî bikin".

Semînar li Hola Soz ya Konsfirasan bi amadebûna hejmarek siyasetmedar û nivîskar û penaberên Rojavayê Kurdistanê, bi rê ve çû.

184