Xalê zaroka ji aliyê QSDê ve revandî: Dixwazin civaka kurdî ji nav bibin û têk bidin

Xalê zaroka ji aliyê QSDê ve revandî: Dixwazin civaka kurdî ji nav bibin û têk bidin

Aug 27 2023

ARK NEWS... Hêzên Sûriya Demoqratîk QSDê, zarokeke kurd ji gundekî bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê revand û tevlî leşkeriya neçar kir.

Fereh Xilî ji gundê Qenaya (Qinê) yê Kobanê ye di 7ê Tebaxa 2023yan de, ji aliyê Hêzên Sûriya Demoqratîk QSDê ve hat revandin.

Xalid Hesen, xalê Fereh ji ARKê re got: Bi tenê 13 salî ye, li kîjan yasayê de heye ku zarokeke 13 salî tevlî leşkeriyê bikin.

Da zanîn ku berî niha birayê wê di rewşeke nezelal, di zîndanên Hesekê de kuşt, îro jî xwişka wî revand.

Hesen anî ziman ku mebest ji van kiryarên PYDê jinavbirin û têkdana civak kurdî ye, û Mezlûm Kobanê jî weke fermandarê QSDê bi rêkeftina ku li gel Netewên Yekgirtî îmze kiriye, ne pabend e.

Di rêya ARKê Xalid Hesen, banga destêwerdanê kir da ku rê li ber leşkeriya neçar were girtin.

109