Şandeke Partiya Demoqrata Kurdî li Sûriyê pîrozbahî ji kenala ARK û radiyo Rêbaz re pêşkêş kirin
Aug 06 2023
ARK NEWS... Îro 6ê Tebaxa 2023yan, şandek ji Partiya Demoqrata Kurdî li Sûriyê Elpartî serdana baregeha nû ya kenala ARKê û radiyo Rêbaz, li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.
Şand bi serokatiya Ehmed Sîno, sekreterê Partiya Demoqrata Kurdî li Sûriyê bû, û ji her yek ji Sekîna Hesen û Hisên Misto endamên polîbîroyê her weha Ehmed Salih û Hemîd Sîno endamên komîta navendî , pêk dihat.
Şand ji aliyê Xalid Elî, birêveberê giştî yê ragihandina Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya li Herêma Kurdistan hat pêşwazîkirin.
Şandê pîrozbahî pêşkêş kirin, û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.
123