Emerîka: Hîn rewş li Sûriyê ne guncaw e bo vegera penaberên Sûriyê
ARK NERWS... Berpirsiyarekî Emerîkî di Netewên Yekgirtî de dibîje, hîn rewş li Sûriyê ne guncawe ji bo vegera penaberên Sûrî bo welatê wan .
Mark Kasayrin birêkarê karûbarên Emerîka di Netewên Yekgirtî de ragehand rewş li Sûriyê ji bo vegera penaberên Sûrî bo welatê wan hîn jî ne gûncawe , û pir zehmete di dema niha de .
Berpirsyarê Emerîkî diyar kir, ku welatê wî berya peydakirina aramî û ewlehî û cêgiriyê li Sûriyê welatê Emerîka li dijî her hewildaneke rêjîmê ye, ku fişar û zextê bike ji bo vegera penaberên Sûrî bo ser mal û milkên xwe û got , ku her penaberek bixwaze vegera welatê xwe divê bi razîbûna wî be bê ku tû fişar lê were kirin .
Kasayrin da xuyakirin jî heta ku rêjîma Esed her aliyekî ji aliyên biryara Encûmena Ewlehiya Navdewletî 2254 piştguh bike , di wê demê de asteme ku tu pêşveçûnek berçav derbarî vegera penaberan bo welatê wan çê bibe .
467