Balafirên Israîlî hejmarek xalên Rêjîmê li gundewarê Der'ayê armanc kirin

Balafirên Israîlî hejmarek xalên Rêjîmê li gundewarê Der'ayê armanc kirin

Oct 25 2023

Balafirên şer yên Israîlî hejmarek xal li gundewarê Der'ayê armanc kir, di encamê de 8 çekdarên Rêjîma Sûrî hatine kuştin û hejmarek birîndar bûne.

Ajansa "Sana" ya ser bi Rêjîmê ve ji jêdereke leşkerî veguhastiye, ku berbanga Çarşemê, balafirên Israîlî hejmarek ji xalên leşkerî yên Rêjîma Sûrî li gundewarê Der'ayê armanc kirine.

Û daye zanîn, ku di encamê de 8 çekdarên Rêjîmê hatine Kuştin û 7 birîndar bûne, serbarî hebûna ziyanên madî.

Ji aliyê xwe ve, artêşa Israîlî di daxuyaniyekê de gotiye: "Weke bersivdan ji avêtina mûşekan re ji Sûriyê berev Israîlê, balafirên me jêrxaneyên leşkerî û cebilxaneyên bi ser Rêjîma Sûrî ve armanc kirin".

238