Salvegera 7an ya şehîdbûna serkirde Birhik li hundrî welêt û derve hat vejandin

Salvegera 7an ya şehîdbûna serkirde Birhik li hundrî welêt û derve hat vejandin

Feb 23 2019

ARK NEWS .. Rêxistinên Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya li Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê duh 22/2/2019an salvegera 7an ya şehîdbûna endamê Polîtbîroya PDK-Sê Neseredîn Birhik vejand.
Li hundrî welêt salveger li zêda şehîd li gundê Kevirê Dena yê ser bi Çil Axa hat vejandin .

Merasîm bi sekinadina xuleke bê deng li ser canê pakrewanan dest pê kir , pişrte gurzên gulan li ser gora şehîd hatin danîn herwiha gotin li ser kar û xebata şehîd hatin xwendin .

Li Herêma Kurdistanê li Hewlêrê her yek ji rêxistina Hewlêr, Kewregosk , û Basirma û li Duhokê her yek ji rêxistina Domîz û War Sîtî salveger vejand .

Di marasîmê de hijmarek ji serkirde , endam û alîgirên PDK-Sê û berpisên PDKê, Asayîş û Polîsan beşdar bûn , û gotin li ser bandor û rola şehîd hatin xwendin û hin çalakiyên din bi rê ve çûn .

Biryar e salveger li hin welatên Ewropê jî were vejandin .

Ş.E

530