Raporteke mafên mirovan girtina zêdetirî hezar penaberên Sûrî li Libnanê belge dike

Raporteke mafên mirovan girtina zêdetirî hezar penaberên Sûrî li Libnanê belge dike

Dec 07 2023

Navenda Gihîştinê ya Mafên Mirovan ragihand, ji destpêka îsal heta dawiya meha borî 1027 haletên girtina keyfî ya penaberên Sûrî li Libnanê belgekirina.

Navendê got: Desthilatdarên Libnanî "bi zorê" 761 kes ji wan girtiyan dersînor kirin, di nav wan de çalakvanên sivîl, siyasetmedar û yên ku ji Rêjîma cuda bpne.

Hin ji wan rastî "binpêkirinên cidî" ji aliyê ewlehiya li Sûriyê hatin.

Serbar kir ku hikûmeta Libnanî pabendî prensîpa nevegerandina penaberên Sûrî ye nake, û amaje bi wê yekê jî kir ku ew hîn jî haletên nû yên dersînorkirinê tomar dikin.

Raporê zêde kir ku hukûmeta Libnanî, UNHCR di operasiyonên "vegera kêfî" de ku zêdetirî salek dest pê kiribû, beşdar nekir ye.

Her wiha raportê de hat ku ji bo parastina penaberên di bin metirsiya dersînorkirina bi zorê de tedbîr bên girtin.

Bi taybetî dema ku baweriyek heye ku derbider dê rastî girtin an îşkenceyê bên.

208