Efrîn .. Çekdar du zarokan stûxar û sifkatiyê pê dikin

Sep 21 2019

ARK NEWS .. Dûr ji pirensîp û rewşt û reftaran, û pêş çavên rêxistina Yonîsêv ya zarokan, çekdarên polîsên sivîl ku karê ewlekarî û dabînkirina aramiyê lê hatiye spartin, bi şêweyekî dûr ji mirovatiyê du zarokan stûxar dikin û sifkatiyê pê dikin.

Li gor perçe vîdiyoya ku bi aweyekî bilez li ser torên civakî belav bûye, tê de çekdarên polîsên sivîl yên ser bi girûpên çekdar yên li navçeya Şera ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, du zarokan tê gotin Kurd in, naçar dikin ku cihê destavê bi destên xwe, bê bikaranîna alav û amêrên pakkirinê paqij bikin .

Piştî belavbûna perçe vîdiyo, gelek rexne li navenda çekdarên polîsan hate kirin, ew kiryara ne mirovî bi tundî hatin riswakirin û şermezarkirin, lewa hişt ku Polîsa Şera daxuyaniyekê belav bike .Di daxuyaniyê de hatiye ku, ew vîdiyo di rêkefta 17ê Hizêrana 2019an de li zîndanekê polîsan hatiye kişandin, tê wê wateyê ku beriya bêtir ji sê heyvan e , û ew kiryara ku bi ne mirovî bi nav kir, teserufekî ferdî ye, ango karekî kesane ye, û soza dadgehkirina pêkînerê wê kir .

Di heman daxuyaniya polîsa Şera da hatiye ku, ew herdu zarok bi tometa destdirêjî li ser keçeke 10 salî hatine desteserkirin. Lê ew tomet bêtir hate rexnekirin û bi belavkirina nûçeyên dûr ji rastiyê di derheqê herdu zarokan de, çalakvanên Kurd bi nav kirin .

Herêmên di bin destê girûpên çekdar yên ser bi oposizyonê ve têne jimartin, her dem kiryarên weha di derheqê hemû nifşan de têne rûdan, lê wek nifşê zarok di her şerekî de para herî zêde ziyanê dibînin. Bûyara Şera ya Efrînê piştî ya bajarê Babê hate belavkirin, ku li wî bajarî jî kiyarek tund di mafê zarokatiyê de li dadgeha Babê de hatibû kirin, û bi cov û zincîran li hermber du zarokan rawestiya bûn, bi tenê ji ber ku dizî kiribûn, ew jî rexneyên lê hatin kirin û tawana dûr rewiştê hate riswakirin û banga sizedana pêkîneran hate kirin .

Ş.E

858